Li bajarê Mainzê yê Elmanyayê Seyîd Riza û hevrêyên wî di salvegera darvekirina wan de hatin bibîranîn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kongreya Avakirinê ya Derismê, Navenda Çanda Pazarcixê ya Mainzê, Navenda Çanda Elewî ya Mainzê û Mala Cemê ya Gustavsburgê bîranîn pêk anîn. Pîr Huseyîn Bîldîk di dema bîranînê de axivî û qala terteleyê kir, qala serhatiyên Seyîd Riza û hevalên wî kir. Pîr di axaftina xwe de yek bi yek mînakên vê travmayê dan.

POLÎTÎKAZAD