Li Koreya Başûr karesata ‘Cejna Pîrebokan’

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 30 Cotmeh 2022 - 16:25

  • Herî kêm 151 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 jê giran 82 kes jî birîndar bûne. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 97 jin in.

Li paytexta Koreya Başûr Seûlê di merasîma pîrozbahiyên “Cejna Pîrebokan” de qelebalixî pêk hat û herî kêm 151 kesan jiyana xwe ji dest dan û 82 kes jî birîndar bûn

Li herêma Itaewon a paytexta Koreya Başûr Seûlê ku yek ji navendên şahiyên li bajêr e, di merasîma pîrozbahiyen “Cejna Pîrebokan” de qelebaxî (hêwirze) pêk hat. Di encamê de herî kêm 151 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 jê giran 82 kes jî birîndar bûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 97 jin in.

Yek ji rayedarên Servîsa Agirkujiya Neteweyî ya Koreya Başûr Choi Cheon-sik, derbarê hêwirzeyê de axivî û diyar kir ku dema pîrozbahiyê kesên li dû hev ji ber ku hev dehf dane hêwirze pêk hatiye.

Serok Dewlet Yoon Suk- Yeol şîn îsal kir û diyar kir ku diviya bû qet ev trajekî pêk nehata.

Tê gotin ku herî kêm 100 hezar kes beşdarî pîrozbahiyên “Cejna Pîrebokan” bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.