Hêzên Heşdî Şebî bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan li gel Artêşa Iraqê operayoneke hevbeş di çarçoveya tinekirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Fekxe Nadir a rojhilatê parêzgeha Kerkûkê li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama vê operasyonê de 24 tenekeyên tije teqemenî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji bo teqînan hatibûn amadekirin, dest danî ser.
Hêzên Parastina Hewayî yên Iraqê bi rêya balefiran operasyonên di çarçoveya tinekirina bermayên çeteyên DAIŞ’ê de didomin. Di encama van operasyonan de gelek stargehên çeteyên DAIŞ’ê li sînorê parêzgeha Kerkûkê û li çiyayê Hemrînê bombebaran kirine.
ROJNEWS / KERKÛK