Li Kartalê peyama ‘têkoşîna hevpar’

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:41

Li mîtînga Kartalê ya Stenbolê ku ji alî Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve hatî organîzekirin û bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî pêk hatî, peyamên dijî qeyûm, tecrîda li ser Rêber Ocalan derketin pêş. Di bîranînê de ku Şêx Seîd jî nehate jibîrkirin, hate gotin bi têkoşîna hevpar wê rejîma qeyûm were şikandin. 

Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi destxist, bi dirûşma "Em ji bo ked û azadiya xwe rê nadin qeyûman" li Qada Kartalê ya Stenbolê mîtîngê pêk anî. Partiyên siyasî, sendîka, komele, sazî, dezge, platform û bi dehezarna kes tevli bûn.

Şêx Seîd nehate jibîrkirin 

Beriya mîtîngê girse li Rawestgeha Başak a li Katalê  hatin gel hev.Di kortejê de pankarteke mezin ya ‘ji 1925’an heta 1999’an me serî netewand em ê netewînin’ ku  bal dikişand ser darvekirina Şêx Saîd ku 29’ê hezîrana 1925’an bi 46 hevalên xwe re hat darvekirin û  û biryara darvekirinêya di 29’ê hezîranê de li Abdullah Ocalan hatibû birîn hat vekirin.

Wê qeyûm biçe 

Partiyên siyasî, sendîka, komele, sazî, deze û platform bi flamayên xwe di kortejê de cih girtin û dovîzên ‘bicehme qeyûm’ hildan û tîşortên ‘bicehme qeyûm’ li xwe kirin. 

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘wê qeyûm biçe, em ê bimînin’, ‘em ê destur nedin qeyûm’, ‘ji xespkirinê re na’ , ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana Colemêrgê hatin berz kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a  DEM Partiyê jî bi pankarta ‘Em ê li dijî darbeya qeyûm têbikoşin’ meşiyan. Jinên erbana lêdan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî têkoşîna jinan berzkirin.

Peyama têkoşîna hevpar û tecrîdê 

Ji her temenî welatî tevli mitîngê bûn û govend gerandin.  Di mîtîngê de peyama têkoşîna hevpar derket  pêş. Yek ji peyama din ya di mîtîngê de derket pêş tecrîd bû. Welatiyan bê navber dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘bijî serok Apo’ berz kirin.

Qeyûm pirsgirêka hevpar e

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku qeyûm tayînê şûna wê bibû jî di axaftina xwe de da zanîn qeyûm pirsgirêka hevpar in. Tekçe got,’’ Qeyûm darbeya siyasiye. Bi DEM Partiyê re şaredarî bi feraseta azadixawz a jinê ekolojîk re hatin gel hev. Em ji ferasteke ku xwe û bajarên xwe bi rêve dibin ve tên. Ev feraset mastaeyê rantê dixîne. Ji ber vê jî dixwazin her tiştî bi qeyûman tune bikin. Qeyûm pirsgirêk hevpare. Di 3’ê hezîranê de qeyûm dîsa xistin dewrê. Em hevşaredarên Colemêrgê yên hatine hilbijartinê ne. Vê rastiyê tu hêz nikare biguhere. Qeyûm ne tenê pirsgirêka Colemêrgê ye. Ya hemû Tirkiyeyê ye.’’

Em ê qeyûm bişkînin

Di mîtîngê de li ser navê Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê metneke hevpar hat xwendin. Metna daxuyaniyê ji hêla Gunnu Ertaş Înce ve hat xwendin. 

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Em dizanin ku êrişa qeyûman tenê bi desteserkirina şaredarî û darbeyê re sînordar nîne. Bernameya Serdema Navîn, qanûna nû ya bacê, amadekariyên operasyonên li ser sînor, 1'ê Gulanê û biryarên Doza Kobanê tev yek in. Em dizanin ku bloka AKP-MHP'ê ji bilî zêdekirina doz û zext û zordariyê ji bo pêkanîna polîtîkayên aboriyê yên ku ji bo mîlyonan wêraniya mezin, tê wateya çareseriyek din nîne. Divê hemû beşên civakê, di serî de karker û kedkar, li dijî van êrişên ku li gorî hiqûqa sermaye jî ne qanûnî ne, bisekinin. Em ê li dijî êrişa qeyûman ya ku duh li Wanê bi îradeya gel hat şikandin, îro jî li Colemêrgê bişkînin. Bi vê mîtînga ku me îro li vir pêk anî, me yek ji pêngavên têkoşîna yekbûyî ya li dijî mêtingerî, zext û darbeya qeyûm avêt. Bi xurtkirina van gavan em ê qada xwe ya hevpar a têkoşînê mezin bikin û li gorî pêwîstiyan bersivê bidin êrişan.’’

Banga seferberiyê

Di daxuyaniyê de herî dawî li dijî rejîma qeyûm banga seferberiyê hate kirin: ‘’Em bang li hemû kedkar, karker, gelan, hemû beşên bindest dikin ku ked û azadiya xwe biparêzin û li dijî êrişên ku ji aliyê qeyûman ve tên ferzkirin, têkoşînê berfireh bikin. Em bang li we dikin ku li dijî kesên ku li kargeh, tax, dibistan, mal û zeviyan jiyan lê heye û yên ku darbeya qeyûm dixin meriyetê, ji bo berfirehkirina têkoşîna yekbûyî ya bi hêztir biavêjin. Em bang li we dikin ku ji bo afirandina cîhanek azad û bê şer û îstîsmarê seferber bibin.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.