Li Kabîlê pirtûkxaneya jinan

Nûçeyên Jin

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 21:36

  • Jinên Efxan, li dijî ji xwendinê dûrxistina keçan, li paytext Kabîlê, 'Pirtûkxaneya Jinan' vekir. 

Jinên Efxan, li dijî ji xwendinê dûrxistina keçan, li paytext Kabîlê, 'Pirtûkxaneya Jinan' vekir. 

Piştî ku Talîbanê welat dagir kir, her cûre polîtîkayên zextê yên li ser jinan hatin meşandin û jinan li hemberî van zextan dest ji berxwedana xwe berneda. Talîbanê perwerdeya zarokên keç û jinan qedexe kiribû. Jinan wekî alternatîfa vê qedexeyê li Kabîlê pirtûkxaneya jinan vekir. 

Di dema vekirina pirtûkxaneya jinan bi destê aktîvîstên mafên jinan ên efxan de ji damezrînerên prtûkxaneyê Julia Parsî got, “Me pêşî ev pirtûkxane ji bo zarokên keç ên ku ji xwendinê hatine dûrxistin vekir. Her wiha gelek jinên ku ji kar hatine derxistin jî hene, ev der dê ji bo wan jî bibe qada kar. Hem dê bibe qada perwerdeyê hem jî qada kar.” 

KABÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.