Li Îtalyayê tirsa ji desthilata neo-faşîstan

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 25 Îlon 2022 - 18:43

  • Favoriya hilbijartinê jî serkêşa nû ya neo faşîstan, lîdera rastgiriya tund, Giorgia Meloni ye.

 

Bala Ewrûpayê li ser Îtalyayê ye. Îro li wir hilbijartina giştî ya beriya wexta xwe li dar ket û dibe ku rastgirên tundraw bi ser bikevin. Favoriya hilbijartinê jî serkêşa nû ya neo faşîstan, lîdera rastgiriya tund, Giorgia Meloni ye.

Piştî ku Serokwezîr Mario Draghi Tîrmehê îstifa kir, hikûmeta koalîsyonê ya mezin a ji gelek partiyan belav bû. Lewma hilbijartina di biharê de biryar li ser hatibû dayin, zû hate kirin.

50 milyon hilbijêrên Îtalî îro karîbûn biçin ser sindoqan. Li gorî anketên rojên dawiyê hemûyan, rastgiriya tundraw a li muxalefetê ya bi serkêşiya Giorgia Meloni û partiya wê Partiya Xwişk-Birayên Îtalyayê (FdI) bi ser dikeve.

Gelek anketên li Îtalyayê, nîşan didin ku rêjeya dengan a FdI ji sedî 27 e. Li gorî anketan rêjeya dengê Partiya Demokrat (PD) ji sedî 20 e. Ev partiya bi lîderiya Enrico Letta di navbera salên 2013 û 2014'an de bi ser ketibû. PD weke partiya navendî ya çep tê dîtin.

Di şiroveyên medya Îtalyayê û Ewrûpayê de tê gotin, di encama hilbijartinê de koalîsyoneke populîst a rastgir a bi serkêşiya Meloni wê bê avakirin. Meloni di pêvajoya hilbijartinê de timî gotinên neteweperest û dijberiya li koçberan bi kar dianîn. Wê heyraniya xwe ya lîderên faşîst Musolini û Hitler jî veneşartiye. Meloni timî balê dikişîne ser nasnameya Xiristiyaniyê ya Ewrûpayê.

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.