Li piraniya bajarên Iraqê careke din xwepêşandanan destpê kir. Xwepêşandan daxwaza cezakirina gendelkaran, kujerên xwepêşanderan, hilbijartina azad û komîsyonek xwebixwe û azad a hilbijartinê dikin. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî banga parastina xwepêşanderan kir.
Bi boneya salvegera yekemîn a xwepêşandanan bi hezaran Iraqî doh danê sibehê daketin qadên bajarên mezin ên li welat û careke din daxwaza hesabxwestina ji kujerên xwepêşandêran kirin.
Li bajarên weke Besra, Bexda, Necef, Nasiriye, Wast û Zîqer xwepêşandan pêk hatin. Bi hezaran kes tevlî xwepêşandanan bûn.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi boneya salvegera xwepêşandanên par ên li Iraqê peyemek weşand û diyar kir ku xwepêşanderan nexşeyek danîn û niha ew li ser dimeşin. Kazimî eşkere kir ku wê rê nedin hêzên ewlehiyê li pêşiya gel raweste û daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir ku xwepêşanderan û saziyan biparêzin.
Kazimî daxwaz ji xwepêşanderan jî kir ku nekevin bin banê komek aliyên berjewendîxwaz.
Di 25’ê Cotmeha 2019’an de li Bexda û bajarên din ên Iraqê li dijî gendeliyê xwepêşandanan destpê kir. Heta maha Gulana îsal dewam kir.
Ji ber xwepêşandanan hikûmetê îstifa kir. Di wan xwepêşanan de nêzî 600 kes hatin kuştin. 20 hezar kes jî birîndar bûn. Bi dehan çalakvan jî winda ne.

ROJNEWS/BEXDA