Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li bajarê Bîlesûvar ê eyaleta Erdebîl a Îranê bi mezinahiya 4.6 pileyî erd hejiya. Erdhej bi dema herêmî saet di 08:41'ê de bi 6 kîlometreyî li binê erdê pêk hat. Agahî bi dest neket ku di erdhejê de tiştek bi kesî hatiye yan na.
NAVENDA NÛÇEYAN