Li Îmraliyê hiqûq tê pêk bînin

Şemî 28 Çile 2023 - 02:05

Endamên delegasyona navneteweyî ya li dijî tecrîdê derbarê serdanên xwe de li Amedê civîna çapemeniyê lidarxistin.

Di civînê de destpêkê Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker axivî û got; “Aliyên siyasî, civakî û hiqûqî hatin bidestgirtin. Em dixwazin tavilê tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin.”

Bi navê delegasyonê ji baroya Romayê parêzer Emma Persichetti axivî û diyar kir ku wan derbarê rewşa Îmraliyê de li Amedê serdan kirine.

Persichetti di dewama axaftina xwe de wiha got;

“Ji sala 2014’an heta niha bi tenê 5 caran hevdîtina malbatan a li Îmraliyê çêbûye. Hevdîtina rû bi rû ya herî dawiyê di Adara 2020’ê de ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bû. Hevdîtina dawî ya bi Ocalan re, hevdîtina telefonê ya dawî bû. Şertên Îmraliyê ku ji me re hatiye ragihandin, nîşan dide ku xerabûneke zêde ya di şertên girtîgeha Îmraliyê de heye. Ev agahî jî yên beriya 22 mehan e. 

 

Mafên mirovan nekin qurbanê berjewendiyan

Hevdîtina dawî ya telefonê di 25’ê Adara 2021’ê de ye. Di rewşa girtiyên li Îmraliyê de tu agahî nayên girtin. Em ji zextên li ser parêzeran û parêzvanên mafên mirovan jî, bi fikar in. Em bang dikin derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên ji me re hatine ragihandin, lêpirsîneke berfireh û bi bandor were kirin. Em bang li Tirkiyê dikin li Îmraliyê hiqûq ji nûve were sererastkirin. Em bang li welatên Ewrûpayê jî dikin mafên mirovan nekin qurbanê berjewendiyên aborî.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.