- Komeke çeteyên DAIŞ'ê êriş bire ser beşeke Kampa Holê ya li herêma Hesekê.
Komeke çeteyên DAIŞ'ê êriş bire ser beşeke Kampa Holê ya li herêma Hesekê. Li ser vê di navbeyna çeteyan û Hêzên Ewlehiya Navxweyî de şer qewimî û gelek çete hatin girtin.
Çeteyên DAIŞ'ê pêr êriş birin ser kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê. Piştî êrişa çeteyan, Hêzên Ewlehiya Navxweyî bersiv da û şer qewimî.
Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Kampa Holê, Îbrahîm Mihemed li ser mijarê got, "Dema ku hêzên me erka xwe pêk dianîn, çeteyan êriş kiriye.’’
Îbrahîm Mihemed piştrast kir ku ji ber ku di kampê de jin û zarok hene, Hêzên Ewlehiya Navxweyî bi baldarî tevdigerin û di encamê de komek çete hatine girtin.
Koma çeteyên DAIŞ'ê di êrişê de sîlehên girina ên weke RPG jî bi kar anîn, di encamê de zirar li 3 wesayîtên leşkerî yên Hêzên Ewlehiya Navxweyî bû.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî xebatên xwe yên lêkolînê di beşa pêncan a kampê de dewam dikin û li kampê û navçeya Holê bi giştî qedexe ye ku mirov derkevin derve.
HOL