Operasyona li Kampa Holê ya li dijî şaneyên çeteya DAIŞ'ê doh di roja çaran de ye. Bi operasyoneke taybet a Yekîneyên Antî Terorê (YAT) 2 çeteyên DAIŞ'ê yên din jî hatin girtin û yek ji wan serçete ye. Hêzên Ewlekariya Hundir di operasyonê de teqemeniyên ji bo êrişan hazirkirî jî girtin. Hêzên antîterorê yên QSD´ê jî li herêma Deşîşê 3 çeteyên DAIŞ´ê tevî sîlehên wan girtin.
Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundir a 28'ê Adarê li Kampa Holê bi beşdariya 5 hezar şervanan dest pê kirî, doh di roja 4'an de dewam kir.
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li ser agahiyekê, doh sibehê li kampê operasyoneke taybet kir. Di operasyonê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin ku yek ji wan serçete ye.
pergaleke teqemeniya mayînan, cilên leşkerî û hin alavên din ên leşkerî hatin dîtin û hatin desteserkirin.
Doh wekî din di nava kampê de hin alavên mîna pergala teqemeniya mayînan, cil û berg û çenteyên leşkerî hatin desteserkirin. Di operayonê de heta niha bêhtirî 70 çeteyên DAIŞ´ê hatine girtin. Di lêgerînan de tunelek, kêr û malzemeyên leşkerî yên çeteyên DAIŞ'ê hatin dîtin û desteserkirin.
Li kampê her wiha tespîta nasnameyê jî tê kirin û heta niha herî kêm nasnameya 11 hezar û 747 kesan hatiye tesbîtkirin.
Li Deşîşe 3 DAIŞ´î hatin girtin
Hêzên Antî-Teror ên QSD`êjî li herêma Deşîşe ya ser bi Hesekê 3 endamên şaneyên çeteya DAIŞ'ê girtin û miqdarek çek û cebilxaneya wan jî desteser kirin. QSD´ê da zanîn ku destê van kesan di bûyerên kuştinê û teqînan de heye. Kesên hatine girtin, Osman Îd El-Ehmed, Abdullah Ehmed El-Xelef, Şahir Hesen El-Xelef in.
NAVENDA NÛÇEYAN