Li gorî bîlançoya 3 rojan a operasyona Kampa Holê, di sê rojan de 53 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin. Bi desteka QSD´ê û Hêzên Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê, Hêzên Ewlekariya Hundir ên Rêveberiya Xweser operasyoneke berfireh a bi beşdarbûne 5 hezar kesan dimeşînin.
Hêzên Ewlekariya Hundir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 3'an a Operasyona Ewlekarî û Mirovî ya li Kampa Holê de, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Berdevkê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir, Elî El-Hesen daxuyanî da. Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Gabrîel Kîno, Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclîsa Herêma Cizîrê Ewînar Dêrik di dema daxuyaniyê de amade bûn.
Elî El Hesen got, yek ji armancên operasyonê ew bûye ku pêşiyê li DAIŞ´ê bigire da ku di nava zarokan de fikra xwe ya tundraw belav neke: "Hêzên me 28'ê Adarê bi desteka QSD, YPG û YPJ'ê li Kampa Holê Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê' da destpêkirin. Operasyon piştî ku gelek şêniyên kampê ji aliyê şane û endamên DAIŞ'ê yên li kampê veşartî ve hatin kuştin, her wiha piştî hewldanên çeteyan ên belavkirina fikra terorîst û tundraw di nava zarokên piçûk de, hat destpêkirin."
Gelek belge û materyal hatin desteserkirin
Di dewamê de Elî El-Hesen got, "Hêzên me di operasyonê de li gorî pîvanên mirovî tevdigerin. Di du rojên bihurî de û heta niha 53 çeteyên DAIŞ'ê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin."
Elî El-Hesen got, ew bi biryar in ku aramî û ewlehiyê nexasim li zarokên li kampê vegerînin û wan ji tehlûkeya fikrên tundraw ên DAIŞ´ê rizgar bikin. Wî got, operasyona bi beşdariya 5 hezar endamên wan wê li Kampa Holê dewam bike.
HESEKÊ