Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûneriya xwe ya dîplomatîk li bajarê Swîsreyê Cenevreyê bi merasîmekê vekir. Ji ber ku li Cenevreyê hevdîtinên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo Sûrî bi rê ve diçin û her wiha li bajêr Nûneriya Neteweyên Yekbûyî (NY) heye, ev nûnertî xwedî maneyeke mezin a dîplomatîk e jî. 

Nûnerên hikumeta Swîsreyê û siyasetvanên Swîsreyî û Sûrî, nûnerên ji rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî rewşa Sûriyê di merasîma vekirina nûneriya Rojava de amade bûn.  

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bedran Çiya Kurd bixêrhatina beşdaran kir û got, "Destpêkê ez vê gavê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikim, nexasim li şehîd û malbatên wan ên ku canê xwe dane heta ku em gihîştine vê qonaxê. Her wiha malavahiya her kesî dikim yên ku hiştine ev gav bi ser keve."

Encama peywendiyên bi Swîsreyê re bû

Kurd behsa vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê kir û wiha domand: "Ev pêngav ji bo bipêşdeçûna têkiliyên di navbera me, hikûmeta Swîsre û gelê wê de pêk hat. Ev nûnertî wê bibe pirek di navbera me de. Pêwîst e nûnertiyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê li her cihî hebin. Ji ber ku vê hêzê, di oxira pêkanîna aramî û ewlehiyê li cîhanê de bi rêya şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek qurbanî û ked daye. Girêdayî wê jî terora bi nûnertiya DAIŞ’ê êdî xeteriyeke stratejîk li ser herêmê û cîhanê ye, lewma pêwîstî bi xebatên navneteweyî heye da ku ev xeter were têkbirin."

Çiya Kurd destnîşan kir ku nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê wê mîna alav û amûreke xurt ji bo piştgiriya destketiyên gelên herêmê be."

CENEVRE