Bi nêzîkbûna Roja Zimanê Kurdî re ku 15`ê Gulanê ye, Rêveberiya Dibistana Şehîd Roza Cûdî ya amadehî, bi koorîneya Navenda Çand û Huner a navçeya Dirbêsiyê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de mamoste û xwendekarên dibistanê beşdar bûn.
Her wiha endamê rêveberiya dibistanê Ehmed Silêman di şahiyê de axivî û got, “Em di vê rojê de, destnîşan dikin ku ji bo parastina zimanê Kurdî, em dê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Paşê xwendekarên dibistanê, 3 şano bi navên; “Dibistana Hîlekeran”, “Zirarên cîxarekişandinê” û “Bapîr û dapîra min” derxistin ser dikê.
Di dawiya şahiyê de xwendekaran stran gotin û berhemên xwe yên hunerî nîşandan.
ANHA/HESEKÊ