Li her 3 qatan wê xizmeta Kurdan bike

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 26 Îlon 2023 - 04:56

Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, Kurd bûne xwedî komeleyeke nû. Ji hezarî zêdetir kes beşdarî merasima vekirina komeleyê bûn; yanî merasim veguherî mitîngekê. 
Gelek nûnerên saziyan jî di nav de, ji hezarî zêdetir kes tevlî merasima vekirina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê ya 24’ê Îlonê yanî Yekşemê bihurî bûn.Vekirina komeleya nû ya li navnîşana nû, bi coş hate pêşwazîkirin. Avahiya komeleyê li ser 3 qatan e; roja vekirina komeleyê, avahî bi serî ve tijî bû, bi sedan kes jî neketine komeleyê, ji neçarî li derve guh li axaftinan girtin.

 

Malbatên şehîdan komele vekir

Kurdeleya komeleyê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate jêkirin û girse jî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin jiyan azadî’, kete hundirê avahiya komeleyê. Hevserokên NCDK’ê Mesût Daghan û Pervîn Şen, gotin, “Ji bo em layiqê gelê xwe bibin, ji bo bi hev re bibin bersiva pirsgirêkên me yên civakî, siyasî û çandî, çi ji dest me bê, em ê bikin."

 

Gel bersiv da

Hevseroka KCDK-E´yê Zubeyde Zumrut jî di axaftina xwe de bal bire ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, êrişên wan û got: “Di dirûşmeyên di vekirina komeleyê de jî peyam hate dayîn, ti carî li hemberî faşîzmê, bi paş ve em ê gavê neavêjin. Peyameke din a li vir a gelê me jî, êdî tecrîdkirina Rêber Apo qebûl nakin.”

 

Em ê bi hev re bi ser kevin

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça jî îşaret bi girîngiya sazîbûnê kir û got, “Weke hemû gelên din ên li diyasporayê jiyan dikin, mafê me yê li her cihî yê sazîbûnê ya di çarçoveya qanûnan de heye. Erka me ye ku em pêdiviyên gelê xwe yê ku ji ber şerê qirêj hatiye li Stuttgartê bi cih bûye, dabîn bikin. Em komeleya xwe pîroz dikin, di xebatê de serketinê dixwazin.”

Nûnerê Federasyona FED-GEL’ê jî got, pirraniya rêveberiya NCDK’ê ji ciwanan pêk tê: “Yên ku tevlî vekirina komeleyê bûne, bi pirranî jin û ciwan in. Ev ji bo me kêfxweşî ye.”

 

Tevlîbûneke layiqê keda we ye

Siyasetvan Nûrsel Aydogan jî bal bire ser polîtîkayên qirêj ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û got, “Ev coş û tevlîbûna îro nîşan dide ku yê bi ser kevin, Kurd in.”
Berdevkê HDP’ê yê Elmanyayê Faysal Sariyildiz jî îşaret bi keda mezin a gelê Kurd û dostên wan ên li Stuttgartê û got, “Dema ku ez li tevlîbûna we ya layiqê we dibînim, ked û hewldana ne pûç û belesedem bûye.”

 

Nûnerê çar parçeyan e

Nûnerê PYD’ê yê Stuttgartê jî îşaret bi girîngiya saziyan kir û got, “Saziyên me herçar parçeyên Kurdistanê temsîl dikin.” Nûnera YJK’ê ya Elmanyayê jî got, “Divê jin hemû xwedî li komeleya xwe derkevin.”

 

Em ê bi hev re têbikoşin

Nûnera Eyaleta Baden-Wurttemburgê ya Die Linke, Aynûr Karlikaya, Nûnerê Komîteya Filîstînê, nûnerê koma LILO (Antîfaşîst) jî behsa polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan a dewleta Elman kirin û gotin, “Têkoşîna li hemberî madeya qanûna ceza 129b erka me hemûyan e.” Qisekeran da zanîn ku ew ê hertim piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd. 

 

Bi govendê hate pîroz kirin

Piştgî axaftinan hunermend derketin ser dikê. Hozan Alî Baran, Hozan Sîmar, Hozan Bermal Çem, Hozan Zeynep Enhas, Sedat û Bawer, Garîp Nûrhak, Rever Davran û koroya zarokan, stranên xwe gotin. Xelkê jî li ber stranan govend gerand û komeleya xwe pîroz kir. Heta derengiya rojê, hem di nava komeleyê de, hem jî li baxçeyê komeleyê de govend hate gerandin.

 

NCDK ya Stuttgartê êdî li navnîşana nû ye

Ev 10 meh bûn ku avahiya komeleyê nebû. Êdî ew ê li avahiya xwe ya nû xizmetê bike. Avahiya ku ji 3 qatan û baxçeyeke fireh pêk tê, di nav de saloneke fireh a civînan, ji bo xebatên atolyeyê odeyeke fireh heye. Komeleyê di destpêka Îlonê de kongreya xwe li dar xist, komîsyonên xwe yên têkîliyên derve, têkîliyên gel, komele, aştî-lihevanîn, malbatên şehîdan, ciwan, Rojava û heq-edaletê ava kirin. Meclîsa Stuttgartê ji 60 kesan pêk tê û hevserokên wê Mesût Daghan û Pervîn Şen in. Hevserok Mesût Daghan got, “Em ê li komeleya xwe ya nû, bi rêveberî û endamên xwe yên nû, mohra xwe li bin xebatên girîng bidin.”

NCDK a Stuttgartê wê li vê navnîşanê xizmetê bide:

Feurbach Siemensstrasse 150, 70469 Stuttgart

STUTTGART

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.