Kurdên li Kîel, Bremen û Lubeckê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Hambûrgê bûn.

Pîrozbahî li bazara masiyan a li Landesbruckenê hate lidarxistin. Dostên gelê Kurd jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û Hevberdevkê NCDK’ya Hambûrgê Selahattîn Irmak axivî û Newroza hemû kesan pîroz kir.

Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr feraseta qedexekar a polîsên Elmanyayê ku li dijî ala û flamayên gelê Kurd nîşan dide, şermezar kir. Parlementerê SPD’ê yê Hambûrgê Markûs Schreîber Newroza gelê Kurd pîroz kir û hewldana qedexekirina HDP’ê şermezar kir.

Hevseroka PYD’ê Ayşe Huso jî bi telefonê tevlî pîrozbahiya Newrozê bû û diyar kir ku divê dagirkerî û zext bibe sedem ku gelê Kurd bibe yek.

Xemgîn Bîrhat, Seyda Perînçek, Kewê, Koroya TEV-ÇAND’ê ya Bakurê Elmanyayê û Koma Stêrk a Kîelê jî derketin ser dikê.
Kurdên li paytexta Misrê Qahîreyê ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê şahiyek lidarxistin. Şahî bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Kurdan di şahiyê de wêneyê Kawayê Hesinkar vekirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin.

NAVENDA NÛÇEYAN