Li gundên Kobanê pevçûnên dijwar

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:40

Li gundên Çelebiyê, Xirab Hişk û Xirab Reşkê yên Kobanê di tevahiya şevê de pevçûnên dijwar qewimîn. HSD’ê got ku agirbest hatiye binpêkirin.

Dorpêç û êrişa HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ya li ser Kobanê berdewam e. Duh di tevahiya şevê de li dijî gundên Çelebiye û Xirab Hişkê yên li başûrrojhilatê Kobanê êriş hatin kirin. Şervanên HSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan dan û di tevahiya şevê de pevçûnên dijwar qewimîn.  

HTŞ û DAIŞ’ê ji hêla başûrrojhilatê Kobanê ve jî ji bejahî ve êrişî Xirab Reşkê kir. Bi topbaraneke giran piştgirî dan êrişê. HSD’ê got ku agirbest bi awayekî aşkera tê binpêkirin.

Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê got ku hêzên wan li dijî êrişên ser Xirab Reşkê li ber xwe didin û ji binpêkirina agirbestê jî Şam berpirsyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.