Li Goteborgê Festîvala Çanda Kurd
Duşem 11 Îlon 2023 - 00:30
Li bajarê Goteborg ê Swêdê Festîvala Çanda Kurd hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn û bi çand û hunerê li ber qirkirin û asîmîlasyona li Kurdistanê rabûn.
Piştî paytext Stockholmê, li bajarê Goteborg ê Swêdê pêr Festîvala Çanda Kurd hate lidarxistin
Bi hezaran Kurdistanî li navenda bajêr li hev kom bûn û bi pêşengiya Saziyên Kurd ên li bajêr saet di 11:00 de dest bi festîvalê kirin.
Daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Di çarçoveya festîvalê de ji cil û bergên Kurdî hetanî bi xwarin û danasîna pirtûkên Kurdî, standên cur be cur hatin danîn.
Ji bo danasîna pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan standek taybet hate danîn, ku gelek pirtûkên wî bi Îngilîzî, Almanî, Fransî û Swêdî hatine wergerandin.
Kurdistanî bi cil û bergên Kurdî rengîniya çanda xwe dan naskirin. Gelek siyasetmedar, nivîskar ê rojnamevanên Swêdî jî tevlî festîvalê bûn. Rêveberên Navenda Civaka Demokrasîxwaz a Kurd li festîvalê axivîn.
Qisekeran qala şer û qirkirina li Kurdistanê kirin, girîngiya hebûna çand û hunera Kurdî anîn ziman û dewleta Tirk şermezar kirin.
Beşdarên festîvalê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin û dirûşmên "Azadî û statuya Kurdistanê" ji meydanê bilind bûn. Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Serhado, Narînxan, Ferzad Mehdî Nîa, Grup Muradyan, Şiyar û Dijwar konser dan. Bi hezaran kesên tevlî festîvalê bûn li dora stranên wan govend gerandin. Festîval hetanî derengiya rojê dewam kir.
ANF/GOTEBORG