- Faşîstên Tirk li Elmanyayê herî kêm li 24 kesan gef xwarine û gotine, "Em ê we bikujin". Derket holê ku rayedarên Elman van gefan cidî nagirin, yek kes bi tenê jî neparastine û failan jî weke ne tehlûke dihesibînin.
NÎHAL BAYRAM
MAINZ
Nijadperestên Tirk li Elmanyayê gef li 24 çepgiran û muxalifên rejîma Tirk xwarin. Partiya Çep mesele bire meclîsa federal a Elman. Hikûmeta Elman a ku bêhna wê li zêdegaviyên dewleta Tirk û xasma rejîma AKP´ê fereh e, got, "tehlûke nîne".
Di navê de siyasetvanên Kurd û Elman jî, nijadperestên Tirk gef li 24 kesan xwarin. Partiya Çep (Die Linke) mijar bi pêşniyazpirsekê bire meclîsa federal a Elman. Hikûmeta Elman îdîa kir ku kesên gef li wan hatiye xwarin ne di tehlûkeyê de ne, tevî ku li Elmanyayê rêxistinbûna faşîstên Tirk xurt dibe. Siyasetvanên Kurd ên di parlamana federal de jî bang li hikûmeta federal kir û got, "Gefxwarinan besît nebînin. Elmanya divê toleransê nîşanî rêxistinên faşîst nede."
Ev gefxwarinên em li jor behsa wan dikin, di ser hesabekî Instagramê yê bi navê "Jitem Turkey" re tên kirin. Di nava kesên gef li wan xwarî de parlamentera Partiya Çep Gokay Akbulut, parlamentera Partiya Çep a eyaletê ya Hamburgê Cansu Ozdemir, parlamenterê Partiya Çep ê eyaleta Bremenê Mazlum Koç, rojnamevan û siyasetzan Îsmail Kupelî, lêkolerê zanîngeha Munchenê Kerem Schamberger, endama Meclîsa Biyaniyan a Frankfurtê Sarya Ataç jî heye. Gokay Akbulut, Cansu Ozdemir gilî kirin ji ber gefxwarinê, lê lêpirsîn hat rawestandin. Berdevka mijara karê hundir a Partiya Çep Ulla Jelpke jî bi pêşniyazpirsê mesele bire meclîsa federal.
Têkiliya bi MÎT´ê re çi ye?
Jelpke bal bire ser gefxwarinên vê dawiyê û xwest hejmara kesên di 5 salên dawiyê de faşîstên tirk gef li wan xwarine, bê zelalkirin. Wê xwest zanibe ka di destê hikûmetê de elaqedarî gefxwuran de çi agahî hene û got, “Gelo têkiliya wan bi MÎT´a Tirk re heye yan na?"
Wezareta Karê Hundir bersiv da pêşniyazpirsê. Weke bersiva pirraniya pirsan, wezaretê got, “Di destê hikûmetê de di biwara mijarê de agahî nînin”. Wezaretê got, ji 1´ê Hezîrana 2016´an heta 1´ê Adara 2021´ê nijadperestên Tirk bi rêya poste, telefon û e-mailê gef li 24 kesan xwarine. Wezaretê got, ev hejmar tenê hejmara wan kesan e ku xebera polês pê xistine. Balkêş bû, wezaretê gotibû, kesên gef li wan hatine xwarin "Tirk û Elman" in. Lê yê ku gef li wan hatine xwarin bi pirranî Kurd in.
Nehatin parastin
Li gorî wezaretê hin kesên gef xwarine ji ber ku li derveyî Elmanyayê ne, nasnameya wan nehatiye tesbîtkirin. Yên ku li Elmanyayê dimînin û nasnameya wan hatiye tesbîtkirin jî Tirk û mêr in. Wezaret lê mikur tê ku kesên gef li wan hatine xwarin nehatine parastin. Wezaretê tenê got, heger wê beşdarî çalakiyekê bibin û ditirsin, ji bo parastinê dikarin miracaetî polêsê cihî bikin.
Wezaretê îdîa kir ku kesên gef li wan hatine xwarin halê hazir bi tehlûkeyeke berçav re ne rûbirû ne û armanca gefxwarina tirsandin e.
Jelpke: Gefxwarinê cidî bigirin
Ulla Jelpke rexne li bersiva hikûmetê girt û got, „Elmanya divê gefxwarina li muxalifên hikûmeta Tirk cidî bigire. Bi van gefan dibêjin, em we dişopînin. Ev gef cidî bên girtin. Lewma Gurên Boz li Elmanyayê têra xwe meyildarê şidetê ne û tevnên wan ên rêxistinkirî hene."