Li Fransa dîsa êrişê Kurdan kirin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 27 Kanûn 2022 - 03:45

Li Roubaix ku yek ji navendên bajarê Lîlle ye, karkerê Kurdistanî yê bi navê Zîkrî Elî Avşîn ku di berberxaneyekê de kar dike, pêr ji aliyê Tirkekî bi navê Ramazan ve bi hinceta ku strana Kurdî guhdarî dike, li 3 cihan bi meqesa berber hate derbkirin.

Zîkrî Elî Avşîn (27) ê ji Hewlerê dema ku li berberiyê dixebitî, faşîstê Tirk ê bi navê Ramazan ket dikanê. Ji ber Avşîn stranên bi Kurdî guhdarî dikir, Ramazan gef lê xwar. Li ser bersiva Avşîn a ‘ez bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî dikim’ Ramazan bi meqesa berber êrîşî Avşîn kir.

Ramazanê faşîst ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin, Zîkrî Elî Avşîn ê ji 3 cihan birîndar bû rakirin nexweşxaneya Lîlle. Bi bihîstina bûyerê re Kurdistanî ber bi nexweşxaneyê ve çûn. Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ên hatin nexweşxaneyê diyar kirin ku bi doktoran re axivîne, kesê birîndar tavilê emeliyat kirine û ev jî avantajek e ku zêde xwîn jê neçûye. Rayedar bal kişand ku faşîstên Tirk bi zanebûn dixwazin Kurdan tehrîk bikin û provokasyonan bikin û hişyariya “neyên provokasyonan” kir.

LILLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.