Festîvala herî kevin a filman Ewrupayê îsal bi piştgirîdayîna jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir û diruşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bi 3 zimanên Kurdî, Farisî û Inglîzî hat bilindkirin.
63’emîn festîvala sînemayê ya herî kevin a Ewrupayê, Festîvala Filman a Navneteweyî ya Selanîkê (TÎFF) li Yewnanistanê bi piştgirî dayîna jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir.
Di festîvalê de ji bo piştgirîdayîna xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya jinê, pankartekê bi 3 zimanan hat hilgirtin. Li ser pankartê bi Kurdî, Farisî û Inglîzî diruşmeya ‘Jin jiyan azadî’ hatibû nivîsandin.
NAVENDA NÛÇEYAN