- Rêveberiya girtîgehê diyar kir ku girtî bi hev ketine û li gorî agahiyên destpêkê 15 girtî mirine, 20 jî birîndar bûne.
Li Ekwadorê di îsyaneke girtiyan de li yek ji girtîgehên herî mezin ên vî welatî rû da, herî kêm 15 girtî hatin kuştin, 20 jî birîndar bûn.
Rêveberiya girtîgehê diyar kir ku girtî bi hev ketine û li gorî agahiyên destpêkê 15 girtî mirine, 20 jî birîndar bûne.
Rêveberiya girtîgehê ragihand ku yekîneyên taktîk ji bo kontrolkirina girtîgehê operasyonê dikin.
Di daxuyaniya beriya niha ya rêveberiya girtîgehê de hatibû gotin, Jorge Flores bi navê El Patron naskirî, yek ji kuştiyan bûye.
El Patron di operasyoneke pereyê reş de, Gulana bihurî hatibû girtin. Di operasyonê de 6.4 milyon dolar pere, gelek zêr û çek li gel cebilxaneyê hatibûn girtin.
Hate ragihandin ku El Patron di nava girtiyan de bûbû yek ji şefan.
Şer li girtîgeha li nêzî bajarê Latacunca yê li başûrê Ekwadorê qewimî. Girtîgeha ku 4300 girtî lê ne, yek ji mezintirîn girtîgehên vî welatî ye.
Ji Sibata 2021'ê ve li girtîgehan 7 caran komkujî çêbûn. Ev komkujî encama şerên di navbera komên cihê yên girtiyan de çêbûn. Zêdeyî 400 kesî di van komkujiyan de hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN