Li Ekwadorê 68 girtî hatin kuşti

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:30

  • Li hepsa Guayaquilê ya li başûrrojavayên Ekwadorê komkujî çêbû. Di bûyerên li du blokan de herî kêm 68 girtî bi rengekî 'hovane' hatin kuştin. 

Li hepsa Guayaquilê ya li başûrrojavayên Ekwadorê komkujî çêbû. Di bûyerên li du blokan de herî kêm 68 girtî bi rengekî 'hovane' hatin kuştin. 

Hate ragihandin ku girtî bi kêr, çek û teqemeniyan bi kev ketine. Li gorî agahiyan, şer  roja Înê qewimiye û gelek girtî hatine parçekirin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, di şer de li herdu blokan 68 girtî hatine kuştin, 25 jî birîndar bûne.

Şefa polîsan Tannya Varela got, ev bûyera şidetê "Encama nakokiya serweriyê ya çeteyên li girtîgehê" qewimiye.

Serokkomar Guillermo Lasso ji malbatên girtiyên kuştî re sersaxî xwest.

28'ê Îlonê li hepsa Guayas 1'ê bi heman rengî 119 girtî hatibûn qetilkirin. Ev komkujî weke komkujiya herî mezin a dîroka hepsan a Ekwadorê hatibû pênasekirin. Di komkujiyê de cenazeyên hin girtiyan hatibûn parçekirin, hinek jî hatibûn şewitandin.

Piştî komkujiyê, Serokkomar Lasso li 65 hepsan rewşa awarte ragihandibû. Li van hepsan ku kapasîteya wan 30 hezar e, qederê 39 hezar kesî têne ragirtin. Her cûre çek, madeyên narkotîkê û telefon digihîjin hepsan. Bi taybetî di navbera kartelên Meksîkayî Sinaloa û Jalisco Nueva Generacion de şerekî giran diqewime.

Ekwador di navbera Kolombiya û Perûyê de ye ku weke qada derbaskirina narkotîkê ber bi DYE û Ewrûpayê ve tê bikaranîn. Li vî welatî sûcên ji ber bazirganiya narkotîkê zêde bûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.