• Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan û hempîşeyê wî yê Elman Heîko Maas pêşniyara peymaneke nû ya 'transatlantîk' li serokê nû yê DYE'yê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan û hempîşeyê wî yê Elman Heîko Maas pêşniyara peymaneke nû ya 'transatlantîk' li serokê nû yê DYE'yê kirin. Di vê pêşniyarê de helwesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê jî cih digire.

Di gotara hevpar de ku li rojnameya Le Monde ya Fransayê, Washîngton Post a Emerîkî û Die Welt a Elman hate weşandin, Maas û Le Drîan got, "Ewrûpa û Emerîka divê bi hev re peymaneke nû ya transatlantîk ava bikin."

Maas û Le Drîan destnîşan kir ku li dijî Tirkiyeyê jî pêwîstî bi "yekîtiyeke mezin" heye û gotin, "Li hemberî helwestên Tirkiyeyê ku li Rojhilatê Derya Spî û deverên din pirsgirêkên mezin diafirîne, divê em xeteke hevpar diyar bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN