• DBP’ê li navçeya Rihayê Xelfetiyê nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêber Abdûllah Ocalan da û got, sedema krîzê li Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye û bang kir da ku têkoşîna hevpar a gelan li dijî tecrîdê bê bipêşxistin. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li navçeya Rihayê Xelfetiyê nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêber Abdûllah Ocalan da û got, sedema krîzê li Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye û bang kir da ku têkoşîna hevpar a gelan li dijî tecrîdê bê bipêşxistin.  

Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bibe ser tecrîdkirina Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, xwestin biçin gundê Amara yê ser bi Xelfetiya Rihayê. Lê leşkeran ketina gund bi hinceta “biryara qedexeyê” ya walitiyê heye, asteng kir. Şandeyê li pêş avahiya HDP’a Xelfetiyê daxuyanî da çapemeniyê. Wasiyê Rêber Ocalan Mazlum Dînç, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Pero Dundar, Dersîm Dag, Remziye Tosûn û Mahmût Togrûl, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Rihayê û bi dehan kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Qanûna taybet heye 

Ewilî biraziyê Rêber Ocalan, Omer Ocalan got, “Destûr nedan ku mevanên me bikevin gund. Qanûneke taybet heye, kes nikare biîe serdana gundê birêz Ocalan. Ev bêçariya dewletê ye. Bila dest ji vê berdin. Deriyê me li her kesî vekirî ye, her kes dikare were serdanê. Bi zilm û bêqanûniyê kes nikare vê yekê asteng bike. Ditirsin. Amara wê her tim bi rol û misyona xwe rabe.”

Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz got, “Ev bêzariya desthilatê ye. Me îro xwest nîşan bidin ku birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê çi kesayeteke girîng e. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê dixwaza li Tirkiye û Rojhilata Navîn tecrîdê kûr bike û aloziyê belav bike.

Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Sedema qeyrana Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Qada hevpar a gel lê têbikoşin, bilindkirina têkoşînê ya li dijî tecrîdê ye. Em ê ji her derê berê xwe bidin Amarayê.”

RIHA