Peymana Lozanê ya 98 salan ji beriya niha bi destê dewletên emperyalîst hatibû îmzekirin, li Swîsreyê bi meşekê hat protestokirin.
Li hemberî rojanekirin peymana ku weke dewama Peymana Lozanê bê hesibandin, a bi armanca dagirkirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan e; li ser esasê pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd ji her beşî gel li ber avahiya Palais de Rumine ya li meydana Riponne civiyan.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê Salîh Saglam got, êrişên dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê ne.
Piştre xwepêşanderên ji 4 beşên Kurdistanê, saziyên civaka sivîl dest bi meşê kir. Di tevahiya meşê de li ser esasê berxwedana gerîla li Herêmên Parastina Medyayê, pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd dirûşm hatin gotin.
Meşê heta bi avahiya Chateau d’Ouchy ya ku peyman lê hatibû îmzekirin, dewam kir. Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî bi gotina “Gelê Kurd wê dewam yan jî rojanekirina peymana Lozanê qebûl neke, bi vê peymanê dixwazin 100 salên din gelê Kurd di bin gefa dagirkerî û qirkirinê de be. Berxwedana topyekun a gerîlayan li Herêmên Parastina Medyayê ya li hemberî dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve bê navber dewam dike. Em bi dirûşmeya ‘Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê em Kurdistanê biparêzin’ paradîgmaya Rêbertiya xwe esas digirin û xwedî li berxwedanê derdikevîn.”
Berdevkê demê yê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê (YHDE) Tuncay Yilmaz jî got, “Peymana Lozanê pêşî li qetlîama Kurd, Ermenî û hemû gelê kevnar ên li Kurdistanê vekir, em ê destûr nedin ku ew peyman sed saleke din jî bidome.”
Li ser navê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Kemal Bîlget jî bal bire ser girîngiya pêkanîna yekîtiya Kurdistanî û got, “Yekane bijarteya gelê Kurd û gelên herêmê ya ji bo rizgarbûna ji esaretê heye. Ew jî ew e ku zûzûka yekîtiya neteweyî ya Kurd pêk bê.”
ANF/LOZAN