Li dijî darvekirinê têkoşîna hevpar

Çarşem 22 Çile 2025 - 02:50

  • Berdevka Meclisa Jinan a Enqereyê ya DEM Partiyê Nebahat Çalpan bertek nîşanî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê ya li hemberî siyasetmedarên jin ên Kurd, da û li dijî darvekirinê banga têkoşîna hevpar kir. 

Bertekên li hemberî cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê ku ji bo girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, zêde dibin. Tevî ku bangên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ji bo rawestandina van cezayan bê encam dimînin, bertek her ku diçe zêde dibin. Li ser mijarê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bertek hat nîşandan. 

Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpan polîtîkayên darvekirinê yên Îranê ya li hemberî siyasetmedarên jin ên Kurd nirxand.

Hevkariya ji bo dijminantiye jinê

Nebahat Çalpan da zanîn ku rejîm li dijî Kurdan bi taybet ciwanan serî li tundî, wêrankirin û darvekirinê dide û ev yek veguherandiye şêwazê rêveberiyê û bi bîr xist ku li welat hema bêje her roj 5-10 Kurd tên darvekirin û cenazeyên wan radestî malbatên wan dikin. Nebahat Çalpan got, “Em çîrokên jinên Kurd ên ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatine girtin û darvekirin, dibînin. Ji dema qetilkirina Jîna Emînî heta niha siyaseta rejîmê ya çewisandin û tinekirina jinan roj bi roj zêde dibe. Tundiya li ser jinan ku bi awayekî sîstematîk bûye û cezayê darvekirinê ku li janan  hatiye birîn, bûye pêvajoyek ku aktîvîstên Kurd ên weke Zeynep Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî jî girtine nav xwe ye. Ev yek jî nîşan dide ku ti tedbîrên hiqûqî yên navneteweyî li dijî kiryarên nemirovane û neqanûnî yên Îranê nînin. Ne medyaya Rojhilata Navîn, ne ewropî û ne jî medyaya Tirkiyê li hember vê proseya neqanûnî ya Îranê hestiyar nabin û bi ti awayî destwerdanê nakin.”

Sûcê li dij têkoşîna jinê hatiye pêşxistin

Nebahat Çalpan, anî ziman ku dewleta Îranê qetlîamên dewletê pêk aniye û bi hedefgirtina têkoşîna jinan hewl daye van qetlîaman rewa bike û got, “Rastiya hemû saziyên çapemeniyê ku bêhesasiyet û bêdeng in, diyar dike ku hiqûqa neteweyî jinan di rewşeke geleke teng de dibîne. Bi taybetî di sala 2024’an de gelek jinên têkoşer ên Kurd bi darvekirinê hatin mehkûmkirin. Em li vir behsa rewşeke însanî dikin. Li dijî vî sûcî derneketin, şirîkantiya vî sûcî ye. Ev sûcê ku li dijî têkoşîna jinê hatiye pêşxistin, divê weke êrîşa îqtîdarê  jî bê nirxandin.” 

Felsefeya Jin Jiyan Azadî

Nebahat Çalpan bal kişand ser girîngiya felsefeya Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilata Navîn û wiha got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî dest pê kir veguherî dirûşmeke ku têkoşîna jinên cîhanê bi rê ve dibe û rê û rêbazê nîşan dide. Tevî zilm û zordariya hovane ya dewleta Îranê, gel bi yekbûna xwe di felsefeya vê dirûşmê de rastî berxwedanê tê. Bê şik rakirina peçeyê ku wek tabû tê hesibandin, divê wek derbeyeke rasterast li ser bingeha serwerî ya hikûmeta Îranê di asta navnetewî de bê dîtin. Derbeyek wisa hate xistin ku zîhniyeta serdest a mêr a li dijî têkoşîna jinê li derdora felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku pêşketiye tevdigere û dirûşma jinê ya ku bilind dibe, bi derketinek radîkal ketiye nava pêvajoya astengkirinê.

 Em ji bo jiyaneke azad bedelê didin

Nebahat Çalpan da zanîn jin ji bo azadiyê bedelên mezin didin û wiha got:”Li Tirkiyeyê jî felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' bi xwe weke propagandaya terorê dihat nîşandan. Ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin, bi rastî jî nîşaneya wê ye ku ji têkoşîna jinên enternasyonalîst a ku bi van êrîşan xurtir bûye ditirsin. Eşkere derdixe holê ku li hemberî vê têkoşînê zîhniyeta serdest a mêr wê teqez têk biçe û bişkê. Em rengvedana wê li girtîgehan jî dibînin. Hevokek Pexşan Ezîzî hebû ku bi nameyên xwe wiha anîbû ziman: 'Şerîfe Muhammed, ez û jinên din ên li ber sêdarê li vir berdêla avakirina jiyana azad didin. Weke jin em ê ne yên yekem û ne jî yên dawî bin. Helbet azadî ne tiştekî bi hêsanî tê bidestxistin; Diviyabû bedelek bihata dayîn û em vê bedelê bi tevlêkirina felsefeya Jin Jiyan Azadî diyar dikin.' Ev hevok ji bo têgihîştina baweriyê û helwestek biryardar kurteyek pir mezin nîşan dide. Hemû jin bi vê biryarê re hevgirtin û vîna xwe ya hevpar nîşan didin.” 

Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Nebahat Çalpan diyar kir ku bêyî azadiya jinê avakirina civakê ne pêkan e û diyar kir ku wan her tim ev têkoşîn domandine û wê bidomînin. Nebahat Çalpan got, “

Ji bo ku qanûnên navneteweyî biketa dewrê  divê cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî bihata pejirandin ? Ev rewşek pir bi êş e. Gelo ev yek bi Rojhilata Navîn ve girêdayî ye? Ev çarenûseke ku bi Rojhilata Navîn re hatiye afirandin an çarenûsa kurda ye? Ji aliyê têkoşînê ve Kurd bi sedsalan li berxwe didin. Tevgera jinên Kurd jî ji vê têkoşînê hêzê digire û ev têkoşîn wê bidome. Felsefeya me ya Jin Jiyan Azadî serhildana me ya li dijî zîhniyeta ku li hemû cîhanê serdest e. Em ê tu carî dest ji berfirehkirina vê têkoşînê bernedin."

Li dijî darvekirinan bibin dengê hevpar 

Nebahat Çalpan wateya parastina jinan a Pexşan Ezîzî ya li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê û afirandina hêza jinê ya di qada civakî de bi bîr xist û got: "Li hemberî bersiveke bi vî rengî ya fedakar, em bang li hiqûqa navneteweyî û Komara Îslamî ya Îranê dikin. Îran, êdî van darvekirinan rawestîne. Ev kuştina bi destê dewletê ye. Kuştina ku ji aliyê dewletê ve hatiye kirin nayê rewakirin. Li vir bi awayekî eşkere kuştin pêk hat. Bi vê wesîleyê em bang li hiqûqa navneteweyî û rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê dikin: Werin em li dijî darvekirina jinan bi taybet jinên Kurd dengê hevpar bilind bikin." 

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.