- Bi êrişên vê dawiyê yên DAIŞ’ê re rexne li PDK’ê zêdetir dibin ji ber ku ew sîlehên xwe yên bipêşketî li dijî gerîlayên Kurdistanê bi cih dike û çeperên li dijî DAIŞ’ê lawaz dihêle.
Êrişên DAIŞ’ê yşn li dijî Kurdistanê van rojên dawiyê zêdebûne. Di êrişên wê yên li dijî Kurdistanê de li Xaneqîn û Mexmûrê tevî 16 pêşmergeyan gelek welatî jî şehîd bûn. Di êrişa li dijî Mexmûrê de gundiyan gotibû, pêşmerge sîlehên giran nînin û nikarin wan li dijî DAIŞ’ê biparêzin. Hê ev nûçe û birîna wê germ, DAIŞ’ê pêr bi şev êriş bir ser gundê Lihêban ê ser bi Sergerana Kerkûkê.
Herî dawî di êrişa pêncşema bihurî re li gundê Xidirce yê ser bi Mexmûrê yê li devera Qereçoxê de 10 pêşmerge û 3 welatî şehîd bûbûn. Aktîvîst û parêzerên devera Balekayetî rexne li desthilata Herêma Kurdistanê kirin û gotin, li dijî gerîla çeperên asê û çekên bipêşketî û giran hatine bicihkirin, lê li çeperên pêşmergeyan ên li dijî DAIŞ’ê çekên bipêşketî û çeperên asê kêm in.
Piştî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê, hinek fermandarên pêşmergeyan jî lê mikur hetibûn ku çeperên wan di warê leşkerî de lawaz in, çekên giran û pêşketî li ber destê wan nînin û nikarin li dijî êrişên DAIŞ’ê xwe biparêzin. Li ser mijarê çalakvanên devera Balekayetî ya Herema Kurdistanê, diyar kirin ku bi dehan baregehên leşkerî yên pêşmergeyan li deverên nêzî gerîlayên Kurdistanê hatine avakirin, çekên giran û pêşketî di wan de hatine bicihkirin lê berovajiye vê yekê çeperên pêşmergeyan ên li dijî DAIŞ'ê qels in.
Sîlehan li dijî gerîla bi cih dikin
Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi aktîvîstên ji devera Balekayetî re li ser mijarê peyivî. Aktîvîst û rexnegirê siyasî, Têkoşer Hisên li ser mijarê got, gelek endamên DAIŞ’ê yên ji aliyê pêşmerge û artêşa Iraqê ve hatine girtin, îtiraf kirine ku ew bi rêya dewleta Tirk tevlî çeteya DAIŞ’ê bûne. Tekoşer got, ev yek jî wê yekê nîşan dide ku dewleta Tirk û PDK di nava hemahengiyê de ne: "PDK’ê li Herêmên Parastina Medyayê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine û li beramberî têkoşîna gerîla rawestiyane. Ev jî bûye cihê guman û pirsê, gelo çima çeperên pêşmergeyan ên li beramberî DAIŞ’ê vala û bê pêwîstiyên eskerî ne, lê çeperên li beramberî gerîla qayîm û bipêşketî ne?”
Têkoşer Hisên da zanîn li şûna çek û pêwîstiyên bipêşketî yên leşkerî di çeperên li dijî DAIŞ’ê de werin bicihkirin, PDK’ê ew çek li devera Balekayetî di çeperên li dijî gerîla de bi cih kirine.
Kanîn sîlehê koalîsyonê dayî?
Aktîvîst ê parêzer Îbrahîm Mistefa jî got, di nava du hefteyên bihurî de tevgera endamên DAIŞ’ê zêde bûye û fermandarên pêşmergeyan jî îtîraf kirine ku çeperên wan lawaz in: "Çek û pêwîstiyên leşkerî ku dem bi dem hêzên hevpeyman radestî wezareta pêşmerge dikin, li ku derê ne û çi bi serê wan tê? Nabe çekên bipêşketî yên hêza hevpeymanê didin, di depoyên wezareta pêşmerge de werin ragirtin û veşartin. Nabe van çekan bidin kesên hizbî û bê berpirs û li aliyê din jî çeperên pêşmergeyan lawaz û bê çek bin.”
DAIŞ ji rewşê îstîfade dike
Ji ber ku ev rewşa lawaz a çeperan bi DAIŞ’ê jî eyan e, wê nexasim jî vê dawiyê êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê zêde kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi şev jî êrişî gundekî Kerkûkê kir, di navbera çete û xelkê gund ê Kurd de şer qewimî. Çeteyan piştî ku reş kete erdê êrişî gundê Lihêban yê ser bi navçeya Sergeranê kir. Xelk gund bersiva çeteyan da û şer qewimî. Şer heta derengiya şevê dewam kir, tevî ku gundiyan ji pêşmerge û hêzên Iraqê doza alîkariyê kir jî bi hewara gundiyan ve neçûn.
NAVENDA NÛÇEYAN