• Parlamenter û rojnamevana Fransî Clémentine Autain ji bo siyaseta Fransayê ya krîmînalîzekirina Kurdan gotina herî di cih de got: "Xêra vê li ti kesî nîne. Ev êriş pêk tên û di heman demê de Fransa çalakgerên Kurd digire. Nabe mirov destekê bide vê helwêstê. Heger têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wê bê kirin, divê em li hember Erdogan bisekinin."

LUQMAN GULDIVÊ

Piştî ku serokkomarê Fransayê Macron bi Erdogan re destpêka Adara bihurî peyivî, wezîrên karê derve yên Fransa û Tirkiyê bi hev re rûniştin, 23'yê Adara bihurî hikûmeta Macron operasyonek li dijî komeleyên Kurdan û çalakger û siyasetvanên Kurd da destpêkirin. Û di encamê de 13 kes kirin nezaretê û li dijî 7 ji wan girtî 9 Kurdan jî lêpirsîn dewam dike. Doz bi qasî diyar e, wê ji ber fînansekirina rêxistinê bê vekirin. Yanî Fransa ji bo lihevhatina bi dewleta Tirk re, dixwaze Kurdan krîmînalîze bike. Weke encam nijadperstên Tirk jî li bajarê Lyonê bi ser komeleya Çandî ya Kurd a Mezopotamyayê ya li Lyonê de girt û 4 Kurdistanî birîndar kirin. Ev nijadperestên Tirk jî, derketibû holê ku îstîxbarata Tirk ji konsolosxane û sefareta xwe ya li Fransayê wan organîze dike. Jixwe, li gorî agahiyên di lêpirsîna li dijî 3 qatilên Tirk a li Belçîkayê yên ku hewl dan siyasetvanên Kurd Remzi Kartal û Zubeyir Aydar bi sûiqestê qetil bikin jî bi destê sefîrê Tirk ê berê yê Parîsê Îsmaîl Hakki Mûsa dihatin organîzekirin. Li gorî parlamentera Fransî Clémentine Autain êrişa li dijî Kurdistaniyên li Fransayê, xizmeteke ji bo Erdogan bû; wê di kanala televizyonê ya nûçeyan FranceInfo de bal bire ser êrişa li Lyonê û got, "Ev êriş pêk tên û di heman demê de Fransa çalakgerên Kurd digire. Nabe mirov destekê bide vê helwêstê.Heger têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wê bê kirin, divê em li hember Erdogan bisekinin."

Polês nijadperest nesekinandin êrişî xwepêşandana Kurdan kir

Şemiya bihurî qederê 20-25 nijadperestên Tirk ên ser bi Gurên Boz, bi ser avahiya komleya Kurdan a li Lyonê de girt. Di vê êrişê de hem zirar li avahiyê kirin û hem jî 4 Kurdistanî birîndar kirin. Diyar e wan xurtiya xwe, qismî ji helwêsta dijminane ya hikûmeta Macron li dijî Kurdistaniyan girt. 

Yekşemê jî bi sedan Kurdistanî li ber komeleya xwe kom bûn û bi pankartekê ev helwêsta hikûmeta Macron jî rûreş kir, û li dijî êrişkaran jî tifaqa xwe nîşan da. Beriya niha li Lyonê nijadperestên Tirk êrişî Ermeniyan jî kiribû. Bi pankarta xwe Kurdistaniyan û dostên wan yekşema bihurî got, "Erdogan=Dîktator; Macron = Hevkar". Wan hevkariya li ser krîminalîzekirina Kurdan a bi Erdogan re bi vî awayî protesto kir. 

Kurdistanî ji devê avahiya komeleyê ya li Meydana Mazagranê ber bi walîtiya bajêr ve meşiyan û pê re jî pasîfbûna rayedarên Fransî beramberî êrişan protesto kir. Polêsê Fransî yê ku ji bo parastina Kurdan heta niha ti kar nekiriye, ji bo parastina nijadperestên Tirk, êrişî çalakiya Kurdan kir. 

Nîjadperestên Tirk şemiya bihurî bi bistan, daran û sîlehan ketibûn avahiya komeleyê û çar kesên tê de birîndar kiribûn. Her çar kes hîna jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Hem Kurdên deverê û hem jî şahidên bûyerê piştrast in ku li pişt êrişê MÎT'a Tirk heye ku nijadperestên Tirk ji bo êrişê bi kar anîne. Jixwe, beriya êrişê bi du hefteyan jî hin kesan bi boyaxê êrişî komeleyê kiribû, herfên destpêkê yên navê Erdogan û sembola gurên boz xêz kiribûn li ser dîwarên avahiya komeleyê. 

Çima êriş nayê rûreşkirin?

Tevî ku di êrişê de 4 kes bi giranî birîndar jî bûn, ne şaredariya Lyonê, ne walî, ne polêsê deverê, ne berpirsên herêmê, ne ji wezareta navxweyî, ti kesî êriş rûreş nekir. Heta nûnerên partiyên siyasî yên sereke yên li Lyonê jî nekarîn vê êrişa nijadperestên Tirk rûreş bikin. Ji ber vê jî mirov bivênevê jixwe dipirse, gelo bêdengmana beramberî êrişên bi vî rengî, beşek ji lihevkirina Macron û Erdogan e? 

Çalakgerên di xwepêşandana yekşemê de dibêjin, ji ber ku berpirsên nijadperestên Tirk tevî qedexekirina gurên boz jî nehat girtin, ew êdî xwe ewle dihesibînin, li gorî wan, ew sûc jî bikin, wê neyên girtin. 

Ev helwêsta hikûmeta Fransî heta niha tenê ji aliyê "Fransaya serî natewîne" û Partiya Komunîst a Frasanyê ve hatiye rûreşkirin.  Parlamentera France Insoumise (Fransaya serî natewîne) Clémentine Autain di bernameyeke kanala televizyonê ya nûçeyan de, aciziya xwe ji helwêsta hikûmeta Macron eşkere îfade kir: "25 endamên gurên boz êrişî avahiya komeleyeke Kurd kir li Lyonê. Ev komikeke faşîst e ku Erdogan ew ji xwe re kirine amûr. Fransa xizmeta Erdogan dike bi girtina çalakgerên Kurd roja 23'yê Adarê. Xêra vê li ti kesî nîne. Ev êriş pêk tên û di heman demê de Fransa çalakgerên Kurd digire. Nabe mirov destekê bide vê helwêstê. Heger têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wê bê kirin, divê em li hember Erdogan bisekinin."