- Aktîvîstê Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin û got, “Di serî de rêxistinên civakî yên sivîl, divê her kes di bin sîwaneke hevpar de li hev kom bibin, xwe bi rêxistin bikin û li dij talankirina xwezayê rabin.”
Talankirina xwezayê her roj hîn mezin dibe. Yek ji deverên ku herî zêde xweza lê tê talankirin Kurdistan e. Di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê de talankirina xwezayê bi bendavan, santralên hîndroelektrîk, santralên termîk, kalekol, kûleyên ewlekariyê, madenkarî û şewitandina daristanan dewam dike. Ev yek bandoreke cidî li rewşa ekolojîk, aborî û avaniya civakî ya herêmê dike. Ev proje ne tenê ji bo bikaranîna çavkaniyên xwezayî, her wiha li dijî gelê Kurd weke polîtîkaya şerê taybet tê bikaranîn.
Aktîvîstê Ekolojiyê Zekî Kanay li ser mijarê axivî û got, “Kapîtalîzma hov salên dawî bi rêbazên xwe yên şerê taybet ev cografya xist bin bandora xwe. Şer her tim li hemberî vê herêmê hate kirin. Ji ber ku ev herêm berhemdar e. Mirovên li vê derê bi saya çandiniyê berhemên ku têra wan bike diafirîne.
Gundên mirovên li vê erdnîgariyê têne valakirin. Ji bo ev xak ji mirovan bê xalîkirin gelekî hewl hate dayin. Dema ku bendavek an jî HES’ek tê çêkirin ne tenê gundî ji cih û warê xwe dibin, her wiha ekosîstema zindiyan hemûyan a li wê derê xera dibe. Dixwazin hiş û bîranîna mirovan a hezaran salî ya li wê erdnîgariyê tine bikin.
Sedemeke din a talanê jî daxwaza ji bo metakirina avê ye. Her wiha dixwazin vê erdnîgariyê parçe bikin, ji hev qut bikin. Bendên avê li herêmên cuda datînin, bi vî rengî hewl didin mirovan ji hev îzole bikin û têkiliya navbera wan bibirin.
Ya herî girîng jî di vî karî de armanca esasî hilberîna elektrîkê nîne. Li herêmên ku Çemê Dîcleyê jê derbas dibe cihek nema ku Santralên Hîdro Elektrîk (HES) lê nehatiye çêkirin. Herî dawî dihate plankirin ku ji Tejaneya Sarimê bendavekê çêbikin, lê belê bi biryara dadgehê vê gavê sekinî ye. Li gel vê yekê jî li erdnîgariya me gefa ji ber bendavan dewam dike.”
Zekî Kanay destnîşan kir ku bi lêgerîna li madenê re xisara li xwezaya Kurdistanê gihîştiye asteke cuda û got, “Li cografyaya Kurdistanê bi projeyên HES û bendavê talankirina xwezayê gihîştiye rewşa dawî. Êdî em bi xeteriyên hîn mezin re rû bi rû ne. Xisara li xwezayê bi taybetî ji ber lêgerîna li maden û petrolê gihîştiye asteke cuda. Ji ber lêgerîna li madenê îro gef li ser dehan gundan heye. Bêyî ku destûr ji gundiyan bê xwestin, xaka wan tê desteserkirin, ev xak pêşkêşî şîrketan tê kirin. Gel nerazîbûnê nîşanî vê dide, lê belê şîrket hema bibêjin bûne mîna dewletê. Li Tirkiye û Kurdistanê karên lêgerîna li madenê bêyî hurmet ji mirovan û xwezayê re bê nîşandan bi hovane dewam dike.”
Zekî Kanay li hemberî talankirina xwezayê bal kişand ser girîngiya rêxistiniyê û got, “Gelê Kurdistanê gelekî welê ye ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike. Jixwe di salên 1990’î de nêzî 3 hezar gund hatin valakirin, qada bejahî hema bibêje bi temamî hate tinekirin. Lê belê bi krîza aborî ya dema dawî re mirov ji nû ve li gundên xwe vegeriyan. Bi vê vegerê re jiyana li bejahiyê ji nû ve geş bû. Niha dixwazin vê jinûve geşbûnê bitepisînin û careke din gundiyan ji cih û warê wan bikin. Divê em her tim û li her cihî li ber vê yekê rabin. Di serî de rêxistinên civakî yên sivîl, divê her kes di bin sîwaneke hevpar de li hev kom bibin, xwe bi rêxistin bikin û li dij talankirina xwezayê rabin.” ANF/AMED