Li Deryaya Sor 4 êriş pêk hatin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 5 Kanûn 2023 - 00:14

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) piştrast kir ku li dijî 3 keştiyên bazirganiyê li başûrê Deryaya Sor 4 êriş pêk hatine. Fermandariyê da zanîn ku keştiya şer Carney bi hawara keştiyên bazirganiyê de çûye û alîkariya wan kiriye. Keştiya şer Carney, balafira bêmirov a ku ji herêmên Hûsiyan li Yemenê ber bi Carney ve hatiye avêtin, xistiye xwarê.

CENTCOM’ê wiha got:“Ev êriş li dijî bazirganiya navneteweyî û ewlehiya deryayî gef in. Bi nêrîna me Îran li paş wan êrişan e ku Hûsî wan pêk tînin. Emerîka bi hevalbendên xwe dişêwire ji bo ku bersiva guncav bide.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hûsî ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, bi balafir û moşekan êrişan pêk tînin û di wan êrişan de Îsraîlê dikin hedef.

Hûsiyan bi daxuyaniyekê gotibû wan li dijî 2 keştiyên Îsraîlê yên li Bab El Mendeb êriş pêk aniye ku keştiya yekemîn bi moşekeke deryayî û keştiya duyemîn bi balafireke bêmirov kirine hedef.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.