‘Li Dêrê Zargotin’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 03:35

Şano MARS a ku li Mêrdînê hatiye damezirandin, bi lîstika xwe ya ewilî ya bi navê “Li Dêrê Zargotin” li pêşberî şanohezan e. 

Lîstika “Li Dêrê Zargotin” 31’ê Gulanê, li Mêrdînê, Sehneya Cureartê promiyera xwe kir. Her wiha ew ê li navçeyên Mêrdînê jî were nîşandan. Şano MARS, wekî din jî haziriyan dike bi tûrneyekê li Amed, Êlih û Wanê jî derkeve ser dikê.

Şano MARS, komeke şanogerîyê ya Mêrdînê ye. Şanoger û kedkarên komê hemû ji Mêrdînê ne û xwedî kar in. Koma şanoyê, bi provayên êvarê û dawîya hefteyê ve komxebata xwe li mekan û sehneyên alternatîf mîna Odeya Dermansazan, Akademî Sanat, KESK û li Baroya Mêrdînê pêk anîn. Bi beşdarîya şanoger û hunermandan, komxebatên lîstikvanî û şanoyê bi Yavuz Akkuzu, Rugeş Kirici, Serhat Kural, Îhsan Arat û Ferhat Feqî re pêk anîn. Lîstika bi navê “Li Dêrê Zargotin” derhênerîya Çetoyê Zêdo hatiye amadekirin. Her wiha metna lîstikê jî Çetoyê Zêdo nivîsandiye. Lîstik paşxaneya xwe, ji zargotinê digire û ji bo temaşevanê giştî ye.   

 

Bi sê meselan zargotinê vedibêje

“Li Dêrê Zargotin” bi naverok û şêweya xwe, berê xwe ji folklora Kurdî hildigire. Di şanogerîyê de sê mesel li ser sehneyê ne: Aqil Taca Zêrîn e, Qûtê Salê û Şêrê Neynîkê. Di van hersê meseleyan de, her çîrok li encamekê û li gotineke pêşîyan digere. Lêgerîna aqilekî, pirsa başî û tifaqê, neheqî û daxwaza wekhevîyê û jê wêdetir xwe li zar û zimanê temaşevanê giştî digre.   

Temaşevan jî tevlî lîstikê dibe

Zargotin ji aliyê şeş lîstikvanan ve tê lîstin. Bûyerên li ser sehneyê bi awayekî vekirî li pêşberî temaşevanan diqewimin. Tevî vebêjer, temaşevan jî beşdarî lîstikê dibe. Di çîroka destpêkê “Aqil Taca Zêrîn” de, sê bira dikevin dû şopa dizê xwe. Çîroka duyem “Qûtê Salê” ye û ji aliyê sê destbirakan ve tê amadekirin. Di çîroka sêyem de “Şêrê Neynikê” ji bo desthilatdarîya xwe, li şêrekî nenas digere.

Lîstika “Li Dêrê Zargotin” 65 deqîqe dewam dike. Cil û bergên lîstikê ji hêla Beyan Bahmanî ve hatine amedikirin. Dekorên lîstikê jî Nuran Eman çêkirine. Seher Arpa jî ronahî û teknîkê bi rê ve dibe. Her wiha muzîk û efektên lîstikê jî ji hêla Ardî Zêdo ve hatine hazirkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.