Nûnertiya Ewrûpayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyanike nivîskî ragihand ku e wê li Cenevreyê nûnertiya xwe vekin.
Daxuyaniya nûnertiyê bi vî rengî ye: "Gava me ya pêş, vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swîsreyê ye. Ji ber ku ev yek xwedî gelekî girîng e û bi taybetî di doza Sûriyeyê de. Ji ber ku li Swîsreyê gelek kongreyên girîng ên ji bo danîna nexşerêyeke çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re hatin lidarxistin. Ji ber vê armancê, em ê îro li bajarê Cenevre yê Swîsreyê nûnertiya xwe vekin.
Ev yek bi armanca pênasekirina projeya Rêveberiya Xweser û nihêrînên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û mekanîzmeya hukmê ya paşerojê, pêk tê. Her wiha bi armanca mayîndekirina têkiliyên me yên dîplomatîk û mayîndekirina aramiya li herêmê bi rêya hevkariya siyasî û çandî pêk tê, nexasim ku hîna gefa DAIŞ`ê li ser mirovahiyê û tevahî cîhanê dewam dike."
Wê bibe navbeynkar
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê dide komên radîkal û terorîst ku herêmên bakurê Sûriyeyê û bi taybetî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir dike û wiha domand: "Ev dagirkirin li dijî hemû nirxên mirovî ye. Nûnertiya me wê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ji rêxistinên navneteweyî re eşkere bike û wê bibe navbeynkar di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û aliyên fermî û nefermî yên li Swîsreyê de. Her wiha dê karê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swîsreyê hêsan bike."
BASEL