Dosta gelê Kurd, doktor Beate Ergun ji ber nexweşiya pençeşêrê wefat kiribû. Ji bo wê merasîmeke cenazê li bajarê Aachenê li dêra Goristana Huls hat lidarxistin. Hevalên wê, nûnerên saziyên Kurdan di merasîmê de hazir bûn. Di merasîmê de sirûda Ey Reqîb jî hat gotin. Dr. Beata Ergun bêhtirî 30 salan di nava têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê de bû. Malbatên Kurdan jî jê hez dikir.
Ji hevalên Dr. Beata Ergun, Ali Şêr got, “Min hevrê Beata sala 1995´an nas kir. Timî di xebatên komeleya me de cihê xwe girt. Ji ber ku doktora diranan bû, ji nêz ve bi pirsgirêkên elaqedarçî vê mijarê yên mirovên me re elaqedar bû. Destek da çalakiuyên me û ji bo ku zarokên kurdan bixwînin ew û malbatên wan teşwîq kirin. Kî bûya bila bibûya, wê li Elmanyayê her kes bi gotina Rojbaşê silav dikir.”
AACHEN