Li gundê Şîdadayê yê Bismil a ku navçeya Amedê ye, di navbera malbatên Alyamaç û Taş de li ser zeviyê ji 200 donimî şer qewimî. Şer veguherî komkujiyê. Li gorî agahiyên ji herêmê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku 2 kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Piştî şer agir bi zeviyê genim ket. Li gorî agahiyan, şewat li qadeke berfireh belav bû û ji aliyê arkujan ve hate kontrolkirin. Karê ji bo vemirandina şewatê dewam dike.
AMED