• Ji doh ve hêzeke mezin ya ewlekariyê li Bexdayê hatiye bicihkirin. Hêz bi taybetî li derdora Herêma Kesk hatiye bicihkirin.

Ji doh ve li Bexdayê hêzeke mezin hat belavkirin, kolan û Herêma Kesk a Bexdayê bi hêzên ewlekariyê hat dagirtin. Lewma îro wê bibe “Şemiya li dijî gendeliyê”. 

Tevgera Tişrîniyan a Iraqê di rojên bihurî de ragihandibû ku ew ê di 1’ê Cotmeha 2022’yan de, di sêyemîn salvegera xwepêşandanên Cotmeha 2019’an de careke din dest bi xwepêşandan û nerazîbûnên mezin bikin.

Li ser wê, ji doh ve hêzeke mezin ya ewlekariyê li Bexdayê hatiye bicihkirin. Hêz bi taybetî li derdora Herêma Kesk hatiye bicihkirin.

 

Kazimî doza lêkolînê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî bang li hêzên elwekariyê kir da ku êrişa li dijî Herêma Kesk, lêkolîn bikin.

Parlamena Iraqê di 28’ê Îlonê de civiyabû, di dema civîna parlamenê de 4 mûşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketibûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrişê de daxuyaniyek da û ji hêzên ewlekariyê xwest ku dest bi lêkolînan bikin.

Di dema civîna parlamenê de alîgirên Sedr jî xwestin xwepêşandanê bikin û bikevin Herêma Kesk. Lê alozî di navber wan û hêzên ewlekariyê de çêbûbû. Di encamê de 133 kes birîndar bûbûn û piştî wê jî 4 mûşek li Herêma Kesk ketibûn.

BEXDA