- Li Iraqê agir bi nexweşxaneya Ibh el Xatîb ket. 82 kes mirin, 110 kes jî birîndar bûn.
Li Bexdayê li nexweşxaneya Ibh el Xatîb ku bi pirranî nexweşên Covîd-19'ê lê dihatin dermankirin, di encama şewateke mezin de, li beşên lezgîn herî kêm 82 kes mirine, 110 kes jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyên ewlehî û tenduristiyê, tûpên oksîjenê ku baş nehatin parastin, bûne sedema şewatê. Agir û pêtiyên şewatê piştre li qatên nexweşxaneyê hemûyan belav bûn. Têkilî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin. Hikûmetê got, wê ji 200'î zêdetir nexweş xilas kirine, lê derheqê mirî û birîndaran agahî neda.
Tê gotin, şewat ji xemsariyê derketiye. Xemsarî jî bi gendeliyê re têkildar e. Ji ber vê, hema di pey şewatê re bi hashtaga ''Wezîrê Tenduristiyê Îstîfa Bike'' nîqaşê dest pê kir.
BEXDA