- Li Bexdayê ciwanek hate kuştin.
Hema bêje li seranserê Iraqê li dijî kuştina çalakvan, aktivîstan û gendeliyê bi hezaran kes ji pêr ve dadikevin qadan. Li Bexda di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pêr alozî derket, di encamê de ciwanek hate kuştin û ji her du milan jî 27 kes birîndar bûn.
Kuştina çalakvan Îhab Weznî li Iraqê rê li xwepêşandanan vekir, pêr bi hezaran kes li seranserê Iraqê rabûn ser xwe û xwestin kujerên atkivîstan werin cezakirin. Bi taybet li meydana Tehrîr ya Bexdayê bi sedan kes kombûn û dest bi xwepêşandanê kirin.
Li Bexdayê di navbera hêzên dewletê û xwepêşanderan de alozî çêbû, hêzên dewletê bi ava şid êrişî xwepêşanderan kir. Li gorî agahiyan li meydana Tub û Kendî 17 kes ji polîsan birîndar bûn. 9 xwepêşander jî bi gule û gazê birîndarbûn. Di heman xwepêşandanê de ciwanek bi guleyê birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser twîtera xwe peyamek belav kir û ragihand ku eşkerekirina kujerên xwepêşander û aktivîstan, mafekî rewa ye. Berhem Salih got, divê kesên êrişî xwepêşanderan dikin, bêne lêpirsîn.
ROJNEWS/SILÊMANÎ