HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Li paytexta Elmanyayê Berlînê buroya hilbijartinê ya pêşî ya Partiya Çep a Kesk (Yeşîl Sol Partî) li semta Neukollnê hat vekirin.
Piştî ku hatibû ragihandin ku hilbijartina serokkomar û ya parlamenê li Tirkiyeyê wê 14´ê Gulanê dest pê bikin, li Berlînê xebatên ji bo van her du hilbijartinan zêde bûbûn. Li bajêr koordînasyona hilbijartinê hat damezrandin û endamên wê mal bi mal li Berlînê digerin. Ew diçin serdana dikandaran jî. Li ser rê û kolanan jî Tirkiyeyî tên agahdarkirin.
Di dema vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de siyasetvan Mazlum Karagoz got, "me ciwan dest pê kir û em ê ciwan jî bi ser kevin". Piştre parlamentera berê ya HDP´ê ya Amedê, Sibel Yigitalp got, weke Partiya Çep a Kesk "em ê bi rêjeya herî bilind li parlamenê cihê xwe bigirin" û "Em ê dîktator ji desthilatê bikin der."
Parlamenterê Die Linke (Partiya Çep) ê meclîsa eyaleta Berlînê, Ferhat Koçak jî got, HDP û Partiya Çep a Kesk partiyên wan ên xwişk in û ew destekê didin wan: "Weke partî li tevahiya Elmanyayê, tevahiya buroyên me li Partiya Çep a Kesk re vekirî ne. Ew dikarin tevahiya buroyên me, heger hez dikin, bi kar bînin."
Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê li Berlînê, Enver Şen jî got, ew ê di dema pêvajoya hilbijartinê de bi hev re kar bikin.
Bi dilxwazan kar dike
Ji dixwazên Partiya Çep a Kesk, Gulsum Ateş a ji Tokatê dibêje, ew Tirkiyeyan agahdar dike da ku êdî dawiyê li dîktatoriya erdogan bînin.
Dilxwazekî din ê buroya hilbijartinê Osman Uludag e. Ew dibêje, "Me alîkariya hilbijêran kir da ku qeydiyên xwe bikin. Li buroyê em agahdariyên rojane dikin û em li benda her kesî ne yên ku rojeva hilbijartinê dişopînin."
Buroya Yeşil Sol Parti ya li Neukollnê li Reuterstrasse 15´ê ye.