Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, di êrişeke li ser qereqola polêsan de polîsek hate kuştin.
Êriş roja Çarşemê hate kirin û koma Belûcî Ceyş el Adl (Bi Erebî (Artêşa Edaletê) berpirsyariya êrişê li xwe girt.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, serê sibehê li qereqola polêsan a li Raskê di navbera hêzên wan û endamên komekê de şer qewimî, di encamê de yek ji polêsan hate kuştin.
Êrîş li herêmeke nêzî sînorê Pakistan û Efganistanê qewimî. Îrnayê ragihand ku şer nêzî sê saetan dewam kir.
Di 15'ê Kanûnê de li Raskê herî kêm 11 polês hatibûn kuştin. Ceyş el Adlê berpirsyariya vê êrîşê jî li xwe girtibû.
Koma ku sala 2012'an ji aliyê endamên berê yên rêxistineke Sûnî ya radîkal ve hate avakirin, bi taybetî di Cotmeha 2018'an de li heman eyaletê bi bûyera revandina 12 polês û leşkerên Îranê bal biribû ser xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN