Polêsê Elman ji ber parvekirinê antîsemîtîk bi ser malên 17 kesên li eyaleta Bayernê de girt. Di nava kesên temenê wan di navbera 18 û 62 salan de gelek Tirk jî hene.
Polêsan sêşemê zû bi ser malan de girt û delîlên li malan berhev kirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Elman Dpa´yê polês îfadeyên tohmetbaran jî girtine.
Di parvekirinên tohmetbaran - 15 mêr û 2 jin - de li gorî polês axaftinên kîn û nîfrînê li dijî Cihûyan û her wiha gefxwarina li Cihûyan hene.
Ji van tohmetbaran 9 li paytexta Bayernê, yanî li Munchenê bûne. Wekî din polês bi ser malên li Fuessen and Kaufbeuren, Passau, Fuerstenfeldbruck, Berchtesgadener Land, Coburg, Aschaffenburg û Hassbergê de jî girt.
Yekî ji tohmetbaran, ê ku bi eslê xwe Tirk e, di ser WhatsAppê re koma chatê ya sinifeke dibistanê re peyvên “Cihûyan bi gazê bikujin” şandiye.
Li Bayernê ji 7´ê Cotmehê heta 9´ê Mijdarê 148 bûyerên antîsemîtîk ên li dijî Cihûyan hatine qeydkirin.
MUNCHEN