• Çeteyên DAIŞ´ê li nêzî Qeretepe 3 ciwan revandin û li Xaneqînê jî 4 polîsên Iraqê kuştin.

Di van demên dawî de li Başûrê Kurdistanê çeteyên DAIŞ´ê êrişên xwe zêde kirin. Ev jî nîşan dide ku valatî û qelsiya rêveberiyê DAIŞ´ê xurt dike. Çeteyan li nêzî Qeretepe 3 ciwan revandin û li Xaneqînê jî 4 polîsên Iraqê kuştin.
Şeva din çeteyên DAIŞ’ê bi ser gundê Sefsafe yê dikeve Bakurê bajarokê Qeretepe yê ser bi navçeya Xaneqînê de girtin. Çeteyan ji nava gund 3 ciwan revandin û welatiyek jî birîndar bû.
Berpirsê komîteya Qeretepe yê YNK’ê Mihemed Umer li ser êrişê got; “Çeteyan çend caran bi rêya telefonê daxwaza pere ji xelkê gund kirin. Lê xelkê gund ev yek qebûl nekirin. Ji bo vê ketin nava gund û 3 ciwan revandin. Herwiha otomobêlek jî bi xwere birin.”
Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev jî bi hewan û katoşan gundê Benî Weysî yê ser bi navçeya Seediyeyan topbaran kir.
Çeteyên DAIŞ şeva din êrişî polîsên federal yên li herêma Çupxan ya ser bi navçeya Xaneqînê kirin. Di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 4 polîsên federal hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

KERKÛK