Li Baselê xelatên wêjeyê

Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:24

  • Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya 28’an bi pêşengiya Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwenekarên Kurdistanê (YXK) li kantona Baselê ya Swîsreyê pêk hat. 

BARIŞ BALSEÇER / BASEL

Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya 28’an bi pêşengiya Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwenekarên Kurdistanê (YXK) li kantona Baselê ya Swîsreyê pêk hat. 

Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya ku her sal tê lidarxistin, par ji ber koronayê pêk nehatibû. Huseyîn Çelebî ji damezrênerên YXK´ê ye û payîza sala 1992’yan li Heftenînê Şehîd bûbû. Ji sala 1993´yan ev ev çalakiyên wêjeyî ji bo bibîranîna wî tên lidarxistin. 

Çalakiya îsal li kantona Baselê ya Swîsreyê bi coşeke mezin hate lidarxistin. Li eywana çalakiyê posterên Rêber Abdullah Ocalan û posterê Qasim Engîn û Leyla Agirî yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn, hatin daliqandin.

Çalakî bi rêzgirtina di şexsê şehîd Huseyîn Çelebî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê JXK û YXK’ê axaftin hate kirin û qala têkoşîna Huseyîn Çelebî hate kirin. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser têkoşîna Huseyîn Çelebî hate temaşekirin.

Di çalakiyê de pirtûkên ji bo bibîranîna Huseyîn Çelebî jî hatin danasîn. Nexasim ew pirtûka ji nameyên Huseyîn Çelebî û endama RAF´ê Christa Eckes ji hev re şandî, bi berferehî hat danasîn.

Piştre merasîma xelatdayînê hate lidarxistin. Îsal di 5 beşan de xelat hatin dayîn: Helbest û kurteçîroka bi Kurdî, ya bi Tirkî û helbesta bi Elmanî. 

Di çalakiyê de Hozan Şemdîn û Hîvron jî derketin ser dikê.

Berhemên serketî

Di kurteçîroka Kurdî de bi dorê berhemên li jêr hêjayî xelatê hatin dîtin: 

1. “Maçê” – Jana Ba

2. “Xeloyê Qop” – Ersin Akgöz

3. “Leyla” – Ramazan Kıran

Di beşa helbesta Kurdî de ev berhemên li jêr hêjayî xelatê hatin dîtin:

1. “Lorînên Welêt” – Tewîq Hêja

2. “Dengê Bêdengîyê” – Burhan Çelik

3. “Li pişt wan Çiyayên Han” – Musa Şanak

Di beşa helbesta Elmanî de berhemek hêjayî xelatê hat dîtin:

1. “Das Feur In Uns” – Alina Zimmerman

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.