Li Bagokê tevgera dagirkeriyê
Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:56
Li bejahiya Çiyayê Bagokê yê li Nisêbîn a Mêrdînê tevgera dagirkeriyê hate destpê kirin. Hat zanîn ku gelek wesayîtên leşkerî li herêma di navbera Giremîra û Marînê ve hatin sewqkirin. Liv û tevgera helîkopteran a li herêmê jî didome.
Xelkê gund dan zanîn ku liv û tevger didome lê heta niha şer neqewimiye.
MA/MÊRDÎN