• Jin li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo 8'ê Adarê hatin cem hev. Jinan li ber stranan govend gerand û gotin, ''Jin jiyan azadî.''

Jin li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo 8'ê Adarê hatin cem hev. Jinan li ber stranan govend gerand û gotin, ''Jin jiyan azadî.''

Rêxistinên jinan ên li Amedê bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li navçeya Sûrê li ber Mizgefta Mezin a dîrokî hatin cem hev. TJA, Komeleya Jinan a Rosa, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulîstan Atasoy û stranbêj Pinar Aydinlar û gelek kes li bernameyê hazir bûn.

Tevî şiliyê jî jin hatin meydanê, li ber dengê erbanê bi Kurdî stran gotin û govend gerandin. Dema govendê jî jinan got, 'Jin jiyan azadî'.

Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulîstan Atasoy got, ''Em dibêjin, bi tifaqa jinan em dikarin pergala nêr biherifînin. Em ê kuçe bi kuçe bigerin û piştevaniya jinê xurt bikin.''

Piştî daxuyaniyê jinan belavok belav kirin lê polêsan nehişt. Jinan bi dirûşma, ''barîkata ne li ber jinan, li ber kujer deynin'' helwêsta polêsan şermezar kir. Jinan di bin baranê de li ber stranên Pinar Aydinlar govend gerand.

Jinan piştre belavok belav kirin, heta bi şûbeya PTT'ê ya Surîçî meşiyan. Jinan piştre ji girtiyan re kartên 8'ê Adarê şandin.

AMED