Li Amedê ji nûve konservatuar vedibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:51

  • Meclîsa Şaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ji nû ve ‘Konservatuara Bajêr’ vekin biryar da.


Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran di sala 2010'an de, di bin banê Beşa Çand û Kar û barên Civakî ya Şaredariya Amedê de hatibû vekirin. Dema qeyûmê sala 2016'an dest danî ser şaredariyê yek ji saziyên ku girt jî ev konservatûar bû. Niha şaredariyê biryar da ku ji nû ve vê konservatuarê vekin.

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di civîna meha rezberê de roja 13'yê mehê bi yekdengî biryar da ku ji bo ku nirxên çandî bigihîne siberojê divê Midûriyeta Şaxa Konservatuara Bajêr ava bibe.

Di rûniştina meclîsê de xala rojevê ya der barê avakirina Midûriyeta Şaxa Konservatuara Bajêr de hat nirxandin. Endamên meclîsê bi bîr xist ku Konservatuara Bajêr bi awayekî aktîf xebatên li ser hunerê di çarçoveya Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî de dimeşîne, endamên meclisê bi yekdengî pêşniyara avakirina Midûriyeta Şaxa Konservatuara Bajêr a di nava beşê de qebûl kirin da ku nirxên çandî ji nifşên dahatûyê re bên veguhestin. 
AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.