Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin jî di nav de, 5 kes hatin binçavkirin.
Li Amedê, polîsan îro destê sibê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de, Hevşaredarê Navçeya Sûrê ya Amedê Cemal Ozdemîr ê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin jî di nav de, kedkarên tenduristiyê yên bi biryarên di hukmê qanûnê de j kar hatibûn avêtin Sevgul Tekîn, Osman Balta, Cevat Înan û Heyrettîn Karayılan hatin binçavkirin.
Li Mereşê jî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Bazarcixê Nacî Kiziler, di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN