Li Alaskayê alarma tsûnamiyê 

Nûçeyên Cîhan

Duşem 17 Tîrmeh 2023 - 01:55

  • Şida erdhejê li gorî pîvana Richterê 7.4 bûye û 21 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.

 

Li nîvgirava Alaskayê ya li bakurê Emerîkayê, erd bi şida 7.4 hejiya. Piştî erdhejê alarma tsûnamiyê hat dayîn. 

Înstîtuya jeolojiyê ya Emerîkayê USGS, ragihand ku şida erdhejê li gorî pîvana Richterê 7.4 bûye û 21 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.

Servîsên hewarê yên Alaskayê li ser twîtterê gotin, dibe ku karesateke lehiyê ya girîng jî çêbe. Servîsên hewarê ji pêkhatina tsûnamiyê ditirsin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.