Letîf Reşîd dest bi wezîfeyê kir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 17 Cotmeh 2022 - 17:47

Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd li koşka Selam ya Bexdayê, bi merasîmekê, fermî dest bi kar kir.

Doh ji bo bi fermî dest bi karkirina serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd, li koşka Selam ya Bexdayê merasîmek hate lidarxistin. Di mersîmê de gelek rêveber û kesayetên siyasî yên Iraqê amade bûn.

Di merasîmê de Dr. Letîf Reşîd weke serokomarê 9´an yê Iraqê dest bi kar kir. Lê balkêş bû ku serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih tevlî merasîmê nebû.

Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd di merasîmê de got; “Birêxistinkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê wê erkeke min be. Ezê ji bo lihevnêzîkbûna siyasiyan, pêkhate û parastina destûrê kar bikim û vê yekê weke erkekê ji bo xwe dibînim.”

Serokkomarê nû kî ye?

Dr. Letîf Reşîd di 10’ê Tebaxa 1944’an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Navê wî yê temam, Ebdulletîf Cemal Reşîd e. Sê zarokên wî hene (2 kur, 1 keç). Hevjîna Endama Polîtbûroya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed e.

Di sala 1968’an de beşa Endezyarî li zanîngeha Liverpoolê xilas kiriye û dîplomaya xwe wergirtiye. Pitşre, sala 1972’yan master kiriye û sala 1976’an di heman beşê de bûye doktor.

Di dawiya dalên 70’yî de nûnerê YNK’ê yê li Brîtanyayê bû, piştî wê, li hinek welatên din ên Ewrûpayê jî nûnerê YNK’ê bû.

Di sala 1992’yan de bû endamê Encûmena Bicihanîna Nîştimanî ya Iraqê û ev erk heta sala 2003’yan dewam kir.

Piştî rûxîna rejîma Baesê sala 2003’yan bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê û vê erkê jî heta sala 2010’an dewam kir. Piştre bûye Emîndarê Giştî yê Rêxistina Faw a li Iraqê.

Di navbera salên 2010-2022’an de şêwirmendê serokkomarê Iraqê bû.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.