Leşkerên Tirk li Berwariya Sêrtê, li wesayîtekê reşandin ku penaber tê de bûn. Di êrişê de 2 penaber hatin kuştin, 12 penaberên din jî birîndar bûn.
84 penaberên ji Efxanistan û Pakistanê di wesaîtê de bûn û leşkerên Tirk ew wesaît da ber guleyan. Bûyer doh berê sibehê 01:30'î qewimî. Penaberên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê. Ajokarê kamyonê R.E. jî hate girtin û hate îdîakirin ku penaberên din jî ji cihê bûyerê reviyane.
Walîtiya Sêrtê îdîa kir ku ji ber guhnedana hişyarkirina "raweste“, ji wesayitê gule li leşkeran hatiye reşandin, leşkeran bersiv daye.
SÊRTÊ